Li Amedê xebatkarek ku di karê înşaatê de dixebitî dema di kar de hesin li serê wî ket û jîyana xwe ji dest da.
Li Amedê xebatkarek ku di karê înşaatê de dixebitî dema di kar de hesin li serê wî ket û jîyana xwe ji dest da. Hesinê ku ji aliyê makîneya kar ve dihat hilgirtin li karkerê înşaatê Abdurrahman Ateş ket.
Li ser îxbara karkerên înşaetê, ekîbên tenduristiyê yên lezgîn û polêsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Abdurrahman Ateşê ku bi giranî birîndar bûbû, piştê mudaxeleya ekîbên tenduristiyê ku bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl di rê de jiyana xwe ji dest da. Operatorê makîneya kar hat binçavkirin.