LI ZANÎNGEHA DÎCLEYÊ SEMPOZYÛMA ÎSMAÎL EBULÎZÊ CIZÎRÎ HAT LIDARXISTIN
Li Zanîngeha Dîcleyê derbarê jîyan û xebatên Zanyarê Kurd Îsmaîl Ebulîzê Cizîrî de sempozyûmek hat li darxistin.
Di sempozyumê de behsa xebat û berhemên Îsmaîl Ebulîzê Cizîrî hat kirin û hat amajekirin ku divê civak vî zanyarê bêhempa bêhtir nas bike. Di sempozyûmê de hat gotin ku Îsmaîl Ebulîzê Cizîrî ew kes e ku di cîhanê de yekem robot ji alîyê wî ve hatîye çêkirin ku gelek berhemên wî yên wisa hene hem jîyana rojane hêsan dike û hem jî di warê bijîjkî de jî berhem dane. Beşdarên sempozyûmê, akademîsyen û nivîskaran anîn ziman ku Îsmaîl Ebulîzê Cizîrî bi berhemên xwe bûye nirxek hevpar ê cîhanê.