Li navçeya Qerqelî ya Wanê siwareya tûrîstên Îranî tê de bûn, qeza kir û di encamê de gelek kes birîndar bûn.
Li navçeya Qerqelî ya Wanê siwareya tûrîstên Îranî tê de bûn, qeza kir û di encamê de gelek kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin, qeza li nêzî Taxa Kargaliyê ya li ser rêya Wan-Qerqelê pêk hat. Ajokarê wesayitê yê ku navê wî nehat hînbûn, ji ber baranê li ser rêya dişemitî kontrola dîreksiyon ji dest berda û qeza qewimî. 12 tûrîstên Îranî yên di qezayê de birîndar bûn, bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyan.