Li Tirkîyeyê di sala 2023an de zêdetirê 10 hezar zarokên keç hatine zewicandin. Li Tirkîyeyê bi taybetî yên zarokên keç, zewaca zarokan her ku diçe zêde dibe.
Daneyên "îstatîstîkên zewac û telaq berdanê yên 2023an" yên ku Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyeyê (TUÎK) eşkere kir, piştrast kir ku zewaca zarokan her ku diçe zêde dibe.
Li gorê daneyên TÛÎK'ê 10 hezar û 471 keç û 706 kur ên temenê wan di navbera 16-17'an de ye hatine zewicandin.
Dema em li rewşa zewaca berê ya zilamên ku bi van zarokan re zewicandine dinêrin, tê dîtin ku ji wan 168 kes telaq berda ye, 4 ji wan jî jina ku pêre zewîcîbû mirîya ye.