Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî li dijî sextekarên ku bi soza “kredîya zewacê” di bin navê Banka Malbat û Ciwanan de pere kom dikin hemwelatî hişyar kirin.
Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî li dijî sextekarên ku bi soza “kredîya zewacê” di bin navê Banka Malbat û Ciwanan de pere kom dikin hemwelatî hişyar kirin.
Wezaretê li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyanî da û wiha ragihand, “Ji kesên ku di bin navê Banka Malbat û Ciwanan de ji malpereke sexte bi soza 'kredîya zewacê' pere kom dikin divê hemwelatîyên me jê bawer nekin! Serlêdanên ku di rûpelên fermî yên Wezareta me û sazîyên din ên rayedar de nehatibin eşkere kirin, sexte ne û bawerîya xwe pê neynin.
Li dijî malpera sexte ku bi mebesta xapandina welatîyên me û kesên ku di vê malperê de cîh digirin, derbarê wan de dozên qanûnî hatin destpêkirin.