Li navçeya Sîlopya ya Şirnexê karkerê ku ceyranê lê girt, jîyana xwe ji dest da.
Li navçeya Sîlopya ya Şirnexê karkerê ku ceyranê ew girt, jîyana xwe ji dest da. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin; Îsmaîl Karal ê 51 salî ku di înşeata mizgeftê de qalib çêdikir, di dema veguhastina malzemeyan de li ser xeta voltaja bilind, ceyranê ew girt. Ekîbên tenduristîyê yên hatin cihê bûyerê, tespît kirin ku Karal jîyana xwe ji dest daye û cenazeyê wî rakirin morga nexweşxaneyê. Di derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.