Li xaçerêya astê ya li ser Rêya Kabê ya Amedê, li siwareya ku Davut Bayram diajot û di nav de malbata wî jî hebû, trêna barhilgir a ku ji Mêrdînê dihat qelibî.
Di siwareya ku bi qasê 200 metre hat kaşkirin ajokar û hevjîna wî Salîha Bayram (39) û zarokên wan Eylûl (9), Şahîn (20) û xaltîka zarokan Reyhan (48) birîndar bûn. Piştê alîkarîya ewil birîndar rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê.
Hat hînbûn ku rewşa 2 birîndaran giran e. Polêsan derbarê qezayê de lêpirsîn da destpêkirin.