Li ser rêya Amed-Sêwregê, di qezaya ku gelek siware li hev qelibîn de hat ragihandin ku mirî û birîndar hene.
Li ser rêya Amed-Sêwregê, di qezaya ku gelek siware li hev qelibîn de hat ragihandin ku mirî û birîndar hene.
Qeza do bi şev li ser rêya Amed-Sêwregê ku 15 kîlometre nêzî Sêwregê qewimî. Li gor agahîyan 2 siwareyên bazirganî yên sivik li hev qelibîn.
Welatîyên ku ji bo alîkarîyê çûn herêma qezayê, mînîbusa ku ji hêla Amedê dihat li wan qelibî.
Di qezayên qewimî de 2 kes li cîhê qezayê, kesek jî li nexweşxaneyê jîyana xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin