Parlamenterê CHP'ê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû li Lîjneya Giştî ya Meclîsê derbarê pêşniyara koma HEDEP'ê ya qeyûmên tayînê şaredarîyan de ye axivî.
Tanrikûlû wiha axivî; “Nêzê 7 sal e hûn şaredarên ku ji alîyê Kurdan ve tenê ji ber ku hatine hilbijartin, ji kar dûr dixin û li şûna wan walî û qeymeqam bi cîh dikin.
Walîyê dewletê li wir e. Di nav du salan Ew ê çi bike? Amed bajarekî ku nifûsa wê 2 milyon e. Binerin, walî kesekî tenê ye, cîhê definkirina me li Amedê ew dîyar dike.”