Li Semsûrê siwareya ku di kendalê rê qelibî, di encamê de kesekî jîyana xwe ji dest da û gelek kes birîndar bûn.
Li Semsûrê siwareya ku di kendalê rê qelibî, di encamê de kesekî jîyana xwe ji dest da û gelek kes birîndar bûn.
Li gor agahîyan li ser rêya Semsûr-Kahtayê siwareya ku Hasan Çetîner diajot li nêzê gundê Gozebaşi kontrola dîreksîyonê winda kir û ji 30 metre bilindahîyê de ket xwarê Di qezayê de polês Hasan Çetîner û malbata wî Elî Sena, Salîh Mert, Zûlal û Alî Kemal birîndar bûn.
Birîndar ji alîyên tîmê tenduristîyê ve rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê. Ji birîndaran Elîf Sena Çetîner a 22 salî digel hemû mudaxeleyan jîyana xwe ji dest da. Hat hînbûn ku ji birîndaran rewşa Salîh Mert Çetîner giran e. Derbarê qezayê de lêkolîn berdewam dike.