Nêzî 300 hezar hilbijêrên Amedê di vê tûra dawîn de neçûn ser sindoqê û dengê bikarneanîn.
Nêzî 300 hezar hilbijêrên Amedê di vê tûra dawîn de neçûn ser sindoqê û dengê bikarneanîn.
Li Ameedê ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokkomarîyê hejmara hilbijêran mîlyonek û 148 hezar û 270 kes bûn.
Li Amedê ya ku 17 navçeyên wê hene, 871 hezar û 839 hilbijêran dengê xwe dan.
Li gor daneyên Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) li Amedê di tûra duyemîn a hilbijartinê de 276 hezar û 431 hilbijêran deng nedane. Bi tevahî pusûleyên dengan ên derbasdar 854 hezar û 55, yên betal an nehatine jimartin jî wek 17 hezar û 784 pusûleyên dengan hatin tomarkirin.
Yek ji namzetan Kemal Kiliçdaroglû 611 hezar û 981 deng, Recep Tayyîp Erdogan jî 242 hezar û 74 deng wergirtin.