Li Amedê komek ciwan, kûklaya Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu li Birca Keç darve kirin.
Li Amedê komek ciwan, kûklaya Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu li Birca Keç darve kirin.
Êrîşên Îsraîlê yên li ser Filistînê roj bi roj berdewam dikin, hikûmeta Gazeyê ragihand ku hejmara kesên di êrîşan da mirin derket 13 hezarê.
Li hemberê vê rewşê komek ciwanên Amedê kûklaya Netanyahû li Birca Keç darve kirin. Komek ciwan ku ji bo Netanyahu darvekirinê dixwestin, ben xistin stûyê Netanyahu û ji Pira dîrokî ya Deh Çav daliqandin.
Herî dawî komeke nasnameya wan nedîyar posterê Ebû Ubeyde li Birca Derê Çîya yê Sûrên Amedê û Pira Deh Çav daliqandbûn.