Mustafa Fîdan ku ji nû ve ji bo Serokatîya Herêma Pîşesazîya Organîze ya Amedê (OSB) hat hilbijartin, peyama spasîyê weşand.
Mustafa Fîdan ku ji nû ve ji bo Serokatîya Herêma Pîşesazîya Organîze ya Amedê (OSB) hat hilbijartin, peyama spasîyê weşand. Fîdan di peyama xwe de him spasîya delegeyên ku piştgirî dane wî, him jî yên dijberên xwe kir. Fîdan di peyama xwe de wiha got; “Ji hevalên me yên ku di duyemîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Herêma Pîşesazî ya Organîze ya Amedê de dengê xwe dane lîsteya me ya şîn û em layiqî rêveberîyê dîtine, ji hevalên me yên ku ji lîsteyên cuda bûne namzet û beşdarî pêşbirka alê bûne, hemû pîşesazên me yên ku ji hilbijartinê re hesasîyeteke mezin nîşan dan, ji her kesên ku li ser hesabên xwe yên medyaya civakî peyam şandin û telefon kirin pîrozbahîyên xwe ragihandin, ez spasiyên xwe pêşkêş dikim."