Li Meclîsê ji bo kotaya endamên partîyên sîyasî yên Lîjneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) hilbijartin hat kirin
Piştê ku li Lîjneya Giştî ya Meclîsê pêşnûmeyên komê hatin nîqaşkirin, ji bo 3 endamên RTUK ên her yek ji AKP, CHP û Partîya Çepên Kesk in, hilbijartin hat kirin.
Ji bo endamên RTUK'ê Ebubekir Şahîn ê ku ji kotaya AKP’ê bû namzet, Îlhan Taşçi yê ji kotaya CHP'ê bû namzet û Necdet Îpekyuz ê ji kotaya Partîya Çepên Kesk bû namzet.
Ebubekir Şahîn ku di heman demê de Serokê RTUK'ê ye û Îlhan Taşçi, ji bo endamên RTUK'ê cara duyemîn hatin hilbijartin. Hat ragihandin ku hilbijartinên serokatîya yên RTUKê wê di 18ê Cotmeha 2023an de bên kirin.