Rejîma Îranê tenê di meha gulanê de 142 kes bi dar ve kir.
Li gor daxuyanîya Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê; Ji 142 kesên hatine bidarvekirin 6 jê ji ber sûcên sîyasî, 83 jê ji ber sûcê tiryakê, 47 jê ji ber sûcê cînayetê, 4 jê ji ber sûcê destdirêjîyê, 2 jî, ji ber sûcê qasibkarîya mirovan û tawanbarîyên nelirêtîyê hatin bidarvekirin. Di 5 mehên ewil ên sala 2023’yan de jî, li Îranê herî kêm 307 kes hatin bidarvekirin.