Li Amed û Elezîzê di operasyonan de ji 200 kîlo zêdetir madeyên tiryakê hat bidestxistin.
Li Amed û Elezîzê di operasyonan de ji 200 kîlo zêdetir madeyên tiryakê hat bidestxistin.
Ekîbên Midûrîyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtîyê ya Fermandarîya Cendirmeyan a bajêr, derbarê 3 gumanbarên ku tê îdiakirin bazirganîya tiryakê dikin agahî bi dest xistin.
Ekîban 2 gumanbar şopandin û li navçeya Arîcak a Elezîzê siwareyên wan dan sekinandin û li ser wan lêgerîn kirin. Di siwareyê de kîloyek esrar hat bidestxistin û herdû kes jî hatin binçavkirin.
Li Amedê jî ekîban avêtin ser malekê û 240 kîlo esrar û hezar û 230 kokên esrarê bidestxistin.
2 gumanbarên ku li Elezîzê hatibûn binçavkirin hatin girtin, lêpirsîna der barê gumanbarê ku li Amedê hatîye binçavkirin jî dewam dike.