Hat dîyarkirin ku rejîma Îranê di meha Tîrmehê de 61 kes înfaz kirine.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamya; Tenê di meha Tîrmehê de 61 kes di girtîgehên Îranê de hatin îdamkirin. Hat dîyarkirin ku ji sedî 52’ê kesên hatine darvekirin Kurd û Belûç in, di meha Tîrmehê de jî 4 jin hatine darvekirin.