Li Colemêrgê, jina ku dema pincar berhev dikir ji girê ku li ser bû, ket xwarê û jîyana xwe ji dest da.
Li Colemêrgê, jina ku dema pincar berhev dikir ji girê ku li ser bû, ket xwarê û jîyana xwe ji dest da.
Bûyer, li Gundê Otlûca ya Colemêrgê pêk hat. Jina bi navê Medîne Koç (52) hevsengîya xwe winda kir û ji girê ku pincar kom dikir, ket xwarê. Jina ku bi qasê 30 mîtro ji girê ket, bi giranî birîndar bû.
Medîne Koç ji alîyê ekîbên tenduristîyê ve sevqê nexweşxaneyê kirin lê li nexweşxaneyê jîyana xwe ji dest da.