Li Pakîstanê lehîyên ku ji ber baranên mûsonê radibin û ji nîveka meha Hezîranê heta îro dewam dike hejmarên kesên jîyana xwe ji dest daye zêde dike.
Li Pakîstanê lehîyên ku ji ber baranên mûsonê radibin û ji nîveka meha Hezîranê heta îro dewam dike hejmarên kesên jîyana xwe ji dest daye zêde dike.
Rêveberîya Afetê ya Netewî ya Pakîstanê dîyar kir ku di 24 saetên dawîn de 119 kesan jîyana xwe ji dest daye. Bi van daneyan hejmara kesên ku ji ber lehîyê jîyana xwe ji dest daye bûye 1033. Serokwezîrê Pakîstanê Şahbaz Şerîf destnîşan kir lehî li 33 milyon kesan bandor kirîye û ev dane jî teqabulê sedî 15 nifûsa Pakîstanê dike. Hat dîyarkirin ku li gor rayedarên welêt sedama vê bûyerê guherîna îqlîmê ye.