Li navçeya Midyada Mêrdînê jinek ji qata 6emîn a avahîyekê ket xwarê û jîyana xwe ji dest da.
Li navçeya Midyada Mêrdînê jinek ji qata 6emîn a avahîyekê ket xwarê û jîyana xwe ji dest da.
Li gor îdîayê do piştê nîvro li Navçeya Bağlar a Midyadê G.U. ya ku li ser rêya Mêrdînê li qata 6emîn a avahîyekê dijîya, dema ku paqijî dikir hevsengîya xwe winda kir û ket xwarê. Piştê welatîyên ku dîtin yek ji avahîyê ket, bûyer ragihandin û ekîbên tenduristîyê sewqê cîhê bûyerê bûn.
G.U piştê mudaxeleya ewil a ekîbên tenduristîyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê.
Jina ku bi giranî birîndar bû li nexweşxaneyê jîyana xwe ji dest da. Derbarê mirina bi guman a jinê de lêpirsîn hat destpêkirin.