Seroka Bankaya Navend rêjeya enflasyonê zêdekir û bû ji sedî 65.
Seroka Bankeya Navend ya Komara Tirkîyeyê (TCMB) Hafîze Gaye Erkan rapora enflasyonê ya dawîn a salê eşkere kir.
Erkan, anî ziman ku ew bi biryardarî li dijî enflasyonê têdikoşin û got, "kontrolkirina enflasyona bilind û berbelav, wê pêvajoyeke dirêj û dijwar be."
Erkan, dîyar kir ku pêşbînîya enflasyonê ya dawîya salê ya Bankeya Navend ji sedî 58 derketîye ji sedî 65ê û dîyar kir ku di Gulana 2024an de enflasyon wê bigihîje lûtkeyê û paşê pêvajoya kêmkirina enflasyonê dest pê bike.
Seroka Bankaya Navend destnîşan kir ku tedbîrên tund yên pere wê berdewam bike, heya ku di perspektîfa enflasyonê de başbûnek girîng pêk were.