Li Meletîyê otobusa rêwîyan bi kêlekî qelibî, 4 kes mirin û 36 kes jî birîndar bûn.
Li Meletîyê otobusa rêwîyan bi kêlekî qelibî, 4 kes mirin û 36 kes jî birîndar bûn.
Otobusa rêwîyan a ku ji Stenbolê diçû Meletîyê li Taxa Develîyê ya navçeya Argan a Meletîyê qeza kir û bi kêlekî qelibî.
TIRa ku di heman rê de diçû li otobusa ku qelibîbû xist. Li gor tesbîtên ewil di qezayê de 4 kes mirin û 1 jê giran 36 kes jî birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên cuda yên bajêr. Her wiha hat dîyarkirin ku hejmar fikar heye ku hejmara mirîyan zêde bibe.