Di encama geşedanên dawîn ên di navbera Îsraîl û Filistînê de, Wezareta Karên Derve hişyarî da welatîyên Tirkîyeyê yên ku li Lubnanê ne, xwe ji herêmên başûrê çemê Lîtanî dûr bixin.
Di encama geşedanên dawîn ên di navbera Îsraîl û Filistînê de, Wezareta Karên Derve hişyarî da welatîyên Tirkîyeyê yên ku li Lubnanê ne, xwe ji herêmên başûrê çemê Lîtanî dûr bixin.
Di daxuyanîya nivîskî ya Wezaretê de wiha hat gotin; "Di çarçoveya geşedanên dawîn ên li Îsraîl û Filistînê kû tesîrê li başûrê Lubnanê jî kirîye, ji welatîyên me yên li Lubnanê tê şîretkirin ku baldar bin û heke pêkan be ji herêmên başûrê çemê Lîtanî dûr bikevin.
Ji bo geşedanên herî dawî, malperên fermî û hesabên medyaya civakî yên Wezareta me û Sefaretxaneya me ya Beyrûtê bişopînin."