Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, li marketên bajêr, bihayên xurek û amûrên hewcedar û bihayên etîketan hat kontrolkirin.
Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, li marketên bajêr, bihayên xurek û amûrên hewcedar û bihayên etîketan hat kontrolkirin.
Li bazarên herêmî û marketên zincîrî yên ku li seranserê bajêr dixebitin, ji teref ekîbên girêdayî Midûriyeta Zabita ya Şaredarîya Bajarê Mezin û Midûrîyeta Bazirganîyê ya Bajêr, her cure berhemên pêwîst xistine selika kirînê û kontrol kirin ku bihayê kasayê û etîketan wek hev in an na. Bi taybetî ekîbên ku etîket û bihayê berhemên wekî deterjan, xwarinên zarokan, rûnê tevlê xwarinê dibe kontrol kirin, herwiha giranî û tarîxa berheman û kontrolkirina bihayê jî lêkolîn kirin. Ekîban li du cihên kar ên ku logoya hilberîna navxweyî an tarîxa bihayê wan tunebû cezayên îdarî birî. Di kontrolan de berhemên xwarinê yên ku dema wan derbas bû ji bo îmhayê hatin desteserkirin. Şaredarîya Amedê di daxuyanîya xwe de diyar kir ku ew ê li bazarên tevahîya bajêr kontrolên biha û etîketan ên ji bo xwarinên bingehîn û pêdivîyên bingehîn bidomînin.