Îdîayên ku dermanê (Îklûsî)'Iclusig' yê ji nexweşên penceşêrê re tê dayîn sexte ye, li Meclîsê bû rojev.
Îdîayên ku dermanê (Îklûsî)'Iclusig' yê ji nexweşên penceşêrê re tê dayîn sexte ye, li Meclîsê bû rojev.
ÎYÎ Partî derbarê mijarê de pêşnûmeya lêkolînê pêşkêşî Meclîsê kir û CHP'ê jî pirsnîyarname pêşkêşî Serokatîya Meclîsê kir. Berdevkê ÎYÎ Partîyê Kurşad Zorlû dîyar kir ku ew bi skandaleke mezin re rû bi rû ne û tenduristîya gel ji nêz ve eleqedar dike. Alîkara Serokê Giştî yê CHP'ê Gamze Akkûş Îlgezdî jî li ser mijarê, ji bo Wezîrê Tenuristîyê Fexredîn Koca bibersivîn e pirsek ji meclîsê re pêşkêş kir. Îlgezdî got, "Ji bo berjewendîyên xwe jîyana gelên me xistin xetereyê û tarî kirin. Gelo ev dermanê ku qala wî tê kirin, di nava 5 salan de li Tirkîyeyê çend nexweşan bikaranîye û li kîjan sazîyên tenduristîyê ev derman hatîye bikaranîn?