Li Tarsûsa navçeya Mêrsînê otobuseke eskerîyê ji paş va li tirê xist.
Li Tarsûsa navçeya Mêrsînê otobuseke eskerîyê ji paş va li tirê xist.
Di encama qezayê de 3 kes jîyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn. Li gor agahîyên hatin hildan otobusa li texma Damlamayê ya ser Rêbeja Edene-Pozantîyê ji paş va li tira ku hesinên profîl barkirî bû, qeliband. Piştî qezayê agir bi otobusê ket û alavên agir bilind bûn. Ekîbên tenduristî, cendirme, agirtef û AFAD sewqî cîyê qezayê bûn. Agir bi mudaxeleya agirtefê hat kontrol kirin. 3 kesên di otobusê de bûn jîyana xwe ji dest dan û 23 kes jî birîndar bûn. Birîndar ji bo tedawîyê rakirin nexweşxaneyê û derbarê xezayê de lêpirsîn hat dest pê kirin.