Tevgera Zimanê Kurdî (HEZKURD) ji bo zêdekirina tayînkirina mamosteyên Kurdî wê li ser medyaya civakî kampanyaya tagkirinê bide destpêkirin.
Tevgera Zimanê Kurdî (HEZKURD) ji bo zêdekirina tayînkirina mamosteyên Kurdî wê li ser medyaya civakî kampanyaya tagkirinê bide destpêkirin.
Koordînatorê Giştî yê HEZKURDê Fevzî Bulgan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û dîyar kir ku hejmara şagirtên ku li dibistana navîn dersên Kurdî hildibijêrin kêm e, lewma mamoste nayên tayînkirin.
Bulgan wiha berdewamkir, “Zarok nikarin Kurdî hilbijêrin, ji ber ku têra xwe mamosteyên Kurdî yên li dibistanên navîn nayên tayînkirin. Em ê êvarê saet di 18:00 de xebata tagkirinê bikin. Li cîhên ku Kurd lê kom bûne, divê li her dibistanê mamosteyekî Kurdî bê tayînkirin. Em ji bo zimanê xwe, hebûna xwe, Kurdîtîya xwe piştgirîyê bidin xebata tagê."