Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê 50 donim zevîya genim û traktorekî şewitî.
Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê 50 donim zevîya genim û traktorekî şewitî. Bûyer, li Taxa Adakentê ya navçeya Dêrikê qewimî. Li gor zanyarîyên bi dest ketine, di encama şewata ku ji ber egzoza traktorê derketîye, bi traktorê re nêzê 50 donim zevîyên genim şewitîn. Ekîbên agirtef yên ku bi agahîya welatîyan hatin cihê bûyerê, midaxeleyê şewatê kirin û agir vemirandin.