Rêyên gundên ku li Dêrsimê ji ber berfê hatibûn girtin, ji hatûçûnê re hatin vekirin.
Li Dêrsimê ji ber barîna berfê ku 2 roj dewam kir, li navçeya Pulur a ku li bin Çîyayê Mûnzûrê ye, qalindîya berfê gihîşt nîv mîtroyê.
Li navçeya Pulur a ku li Tirkîyeyê yek ji herêmên ku herî zêde berf dibare û li navçeyên Pilemûrîye, Xozat û Qisle’yê rêyên 303 gundan ji hatûçûnê re hatin girtin.
Ekîbên girêdayê Sekreterîya Giştî ya Rêveberîya Taybet a Bajar li dijî berfê li ber xwe dan û di 3 rojan de hemû rêyên gund ji hatûçûnê re vekirin.
Walîyê Dêrsimê Bulent Tekbiyikoglu daxuyanî da û got, "Em dikarin bibêjin ku Tuncelî ji bo têkoşîna li dijî berfê bi tevahî amade ye."