Li Êlihê zarokê ku mînîbusa ji garajê derdiket lê qelibî jîyana xwe ji dest da.
Li Êlihê zarokê ku mînîbusa ji garajê derdiket lê qelibî jîyana xwe ji dest da.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin şofêrê ku xwest mînîbusê ji garaja mala wan a li taxa Seyîtler a Êlihê derxe, bêyî ku haya wî jê hebe li Dildar Dundarê 1 salî ku li pişt siwareyê bû qelibî.
Xizmên ku zarok di bin siwareyê de dîtin, mînîbusê rawestandin û zarok ji binê wê derxistin.
Dildar Dundar ê ku bi mînîbusa lê qelibî rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehîyê ya Êlihê, tevî hemû mudaxeleyan jîyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Dildar piştê otopsîyê teslîmê malbatê kirin. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.