Piştê biryara Bankeya Navend ya ji bo zêdekirina rêjeya faîza ji sedî 35, di nirxê Dolar û Euroyê guherîn berdewam dike.
Îro danê sibê Euro ji 30 lîreyê derbas bû, Dolar bi 28,34 lîreyê tê firotin.
Tevgera ber bi jor a bihaya ku piştê tûra duyemîn a Hilbijartina Serokkomarîyê ya ku di 28ê Gulanê hat kirin de dest pê kir,
tevê ku Bankaya Navend biryara 5 car zêdekirina faîzê da, dewam dike.
Banka Navend herî dawî di 26ê cotmehê de rêjeya faîzê 500 puan zêde kir û rêjeya polîtîkayê ku berîya hilbijartinê ji sedî 8,5 bû, derxist ji sedî 35an.
Dolar îro serê sibê bi 28,34 lîreyê dest bi rojê kir, Euro jî bi 30,09 lîreyê tê firotin.