LI KAYAPINARÊ QUTBÛNA CEYRANÊ WELATÎYAN BÊZAR KIR
Li navçeya Kayapinar a Amedê di rojên dawî de qutbûna ceyranê welatîyan bêzar kir.
Li navçeya Kayapinar a Amedê di rojên dawî de qutbûna ceyranê welatîyan bêzar kir. Welatîyan dîyarkirin ku êdî ji bo jeneratoran nikarin mazotê hilberînin û ji DEDAŞ’ê xwestin ku ji bo qutkirina ceyranê çareserîyeke mayînde çêbibe. Welatîyên ku mexdûr bûne dîyar kirin ku him pereyê mazotê û him jî ceyranê didin.