Bi destpêkirina serdema nû ya zanîngehan re gelek xwendekar pirsgirêka xanîyê ku lê bimînin dibînin.
Bi destpêkirina serdema nû ya zanîngehan re gelek xwendekar pirsgirêka xanîyê ku lê bimînin dibînin.
Bi mebesta protestokirina vê rewşê, xwendekaran di bin navê “Tevgera Sîwana me Asîman e” de li Îzmîr, Enqere, Kocaelî û gelek bajarên din çalakîya nobedê dan destpêkirin. Xwendekarên zanîngehê yên li Enqereyê piştî 50.Yil Park û Botanîk Parkê, duh li Parka Berfo Ana ya li nêzî Zanîngeha Teknîkê ya Ortadoguyê (ODTU) civîyan. Xwendekar ji bo bertek nîşanî rewşê bidin heta serê sibehê li parkê man û banga piştevanîyê kirin.