LI KÎEVÊ OFÎSA SEROKKOMARÎYÊ RE ÊRÎŞA HEWAYÎ!
Ofîsa Îdareya Herêmî ya Komara Kyîvê ragihand ku di saetên serê sibê de li herêma paytextê devereke niştecîhbûnê rastê êrîşa hewayî hat û tesîsên binesazîyê yên krîtîk hatin hedefgirtin.
Rêveberîya herêmî ya Kyivê dîyar kir ku bi tenê “pispor li meydanê dixebitin." Walîyê Kîevê beyan kir ku êrîş bi 'dronên kamikaze' hatine kirin. Cîgirêserokê Ofîsa Komarî ya Zelenskiy Kyrylo Tymoshenko got, "Êrîşeke din bi dronên Kamikaze li ser tesîsên binesaziya ya krîtîk hatiye kirin."