Serokê Rêveberîya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) Yunus Sezer, derbarê erdhejan de daxuyanî da.
Serokê Rêveberîya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) Yunus Sezer, derbarê erdhejan de daxuyanî da.
Sezer dîyar kir ku hejmara mirîyan derket 41 hezar û 156 kesan û wiha got, “Erdhejên biçûk dewam dikin. Heta niha 6 hezar û 414 erdhejên biçûk pêk hatine. Ez careke din bi bîr tînim ku ji avahîyên xisareke giran tê de çêbûne, bar kirina malzemeyena qedexeye. Ev qedexe ji bo ewlehîya canê welatîyan pir girîng e. Li hatayê di 15 avahîyan de xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin. Di 20 hezar û 870 avahîyan de xebatên kavil rakirinê hatin kirin. Xebatên lêkolînên kavilan ji bilî Hatayê li hemû parêzgehên me dewam dikin. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê jî ber bi dawî bûnê ve diçe."