Li 46 bajaran li dijî çêkirin û firotina madeyên tiryakê operasyona hemwext hate kirin. Di operasyonê de tonek û 340 kîlo tiryak hat bidestxistin û 364 kes jî hat binçavkirin.
Di operasyonên ku li 46 bajaran li dijî "bazirganên jehrê" yên ku madeyên hişbir çêdikin û difiroşin hatin kirin de zêdeyê tonek tiryak hat bidestxistin û bi sedan gumanbar hatin girtin.
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî hûrgilîyên operasyona "Narkogûç-42" parve kir. Li 46 bajarên ku wek Tekirdag, Tokat, Karaman, Manîsa û Amed jî di navda ye li dijî kesên ku tiryakê çêdikin û difiroşin operasyon hat kirin.
Di operasyonan de 1 ton û 340 Kg madeyên tiryakê hate desteserkirin û 364 bazırganên jehrê û firoşkarên kolanan hatin girtin.