Otobusa rêwîyan a sefera Amed û Wanê dikir li navçeya Gevaşê qelibî, gelek kes birîndar bûn.
Otobusa rêwîyan a sefera Amed û Wanê dikir li navçeya Gevaşê qelibî, gelek kes birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin di qezaya ku pêk hat de otobusa ku ji Amedê diçû Wanê li ser rêya Wan û Bedlîsê li nêzê navçeya Gevaşê ji kontrol derket û qelibî. Di qezayê de 16 kes bi halê sivik birîndar bûn. Piştê qezayê gelek ekîbên tenduristîyê, ekîbên xilaskirinê, cendirme û polêsan sevqê herêmê hatin kirin. 9 kesên di qezayê de birîndar bûn li cîhê bûyerê hatin dermankirin, 7 kes jî rakirin nexweşxaneyên derdorê.