Sendîkaya Kedkarên Tenduristîyê ya Şoreşger (Dev Saglık-Îş) Şaxa Herêma Amedê ya girêdayê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) e, derbarê pêkanînên tevê ku hatîye rakirin ‘Teqawîdbûna Mecburî’ ya ku ji alîyê Midûrîyeta Tenduristîyê ya Amedê ve tê xwestin, daxuyanîyeke çapemenîyê da.
Dev Saglık-Îş daxwaz kir ku muameleyên derbarê teqawîdbûna mecbûrî ya derqanûnî de bên rakirin.
Di daxuyanîyê de bal hat kişandin ser wê yekê ku ferzkirina teqawîdbûna mecbûrî wê xizmetên tenduristîyê asteng bike û wiha hat gotin, "Jixwe li tevahîya Amedê li nexweşxaneyên girêdayê Wezareta Tenduristîyê, bi hejmareke kêm xebatkarên tenduristîyê ve xizmet tên dayîn.
Ji ber ku personelên perwerdekirî yên heyî bi zorê û bi awayekî derqanûnî tên teqawîdkirin, ev yek derbeyek li pêşkêşkirina xizmeta tenduristîyê ya li Amedê ye.
Teqawîdîya mecbûrî, li dijî aqil, wijdan û hiqûqê ye û nayê qebûlkirin! Li ser vê yekê em daxwaz dikin ku demildest ev nameya ku heta niha tenê ji Amedê re hatîye şandin, bên rakirin."