Li navçeya Farqînê ya Amedê wesayîta ku girtî û mehkûm tê de bûn qeza kir û gelek kes birîndar bûn.
Di qezaya ku li ser rêya Amed û Farqînê pêk hat de 4 jê leşker, 16 jê girtî û mehkûm 20 kes birîndar bûn.
Piştê alîkariya ewil kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên derdorê.
Hin kesên birîndar bi helîkoptera ambûlansê ku hatin cîhê qezayê rakirin nexweşxaneyên li bajêr.
Derbarê qezaya ku firar çênebû de lêpirsîn hat destpêkirin.