Li Amedê ji ber parkê di navbera du esnafan de şerê çekdarî û bi kêran derket.
Li Amedê ji ber parkê di navbera du esnafan de şerê çekdarî û bi kêran derket.
Bûyer li pêşîya qehwexaneyên li ber Goristana Derê Mêrdîn ya li navçeya Yenîşehîrê pêk hat. Di navbera 2 esnafan de bi hinceta "parqkirinê" li ser peyarêyê nîqaş derket.
Di şerê ku çek û kêr hatin bikaranîn de bav M.S. û kurê wî S.S. ji lingê xwe birîndar bûn.
Ekîbên tenduristiyê û polîs sewqê cîhê bûyerê bûn. Bav û kurê birîndar rakirin nexweşxaneyê. Hat zanîn ku rewşa wan başe. Polîs ji bo girtina gumanbarên ku piştê bûyerê reviyane, dest bi xebatê kir.