Li Amedê di operasyona çekên bê ruxset de 2 kes hatin girtin.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, di encama xebatên îstîxbaratê yên ji aliyê Cendirmeyan ve li navçeya Çinarê hat pêk anîn de, hat tespîtkirin ku li navnîşanekê çeka lûledirêj a bê ruxset heye.
Di operasyona ku li navnîşanê hat kirin de 3 cure çek, şarjor û fîşek hatin bidestxistin. Dema çek û cebilxaneyên hatin desteserkirin, gumanbarên İ.A. û S.A. ji alîyê dadgehê ve hatin girtin.