Şaredarîya Sûrê ji hêla qeyûm ve tê birêvebirin. Ji bo hilbijartinê çendek roj mane û şaredarîyê 3 kes wergirtin kar.
Şaredarîya Sûrê ji hêla qeyûm ve tê birêvebirin. Ji bo hilbijartinê çendek roj mane û şaredarîyê 3 kes wergirtin kar.
Yek ji kesên girtine kar birayê Midûrê Nivîsgeha Taybet Serkan Tellî yê bi navê Y.T., yek jê birayê Cîgira Şaredar Mizgîn Guneş ê bi navê A.G. û yê sêyemîn jî Rêvebera Baskên Jinan ê Rêxistina AKP’ê ya Sûrê T.Y.Û. ye.
Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn ku li şûna wê qeyûm hatîye tayînkirin ev yek weke xebata hilbijartinê nirxand.
Buluttekîn, derbarê mijarê de wiha got: “Di sala 2019’an de jî heman tişt kiribûn. Midûr û cîgirên şaredar xizmên xwe girtibûn kar. Mantiqa xenîmetê pê re heye lewma şaredarî tije kirine.”