Li Bismilê derbarê şewitandina pirêzeyan de civîna agahdarkirin û bergirî girtinê hate lidarxistin.
Li Bismilê derbarê şewitandina pirêzeyan de civîna agahdarkirin û bergirî girtinê hate lidarxistin.
Civîna bi serokatîya Qeymeqamê Navçê yê Bismil û Cîgirê Serokê yê Şaredarîyê Enver Hakan Zengînce hat birêvebirin û rayedarên emnîyet û cendirmeyên navçeyê, midurê Daristan û Çandinîyê, serokê yekîtîya hilberîna pembûyan, midurê agirtef û mixtarên gundan beşdarî civînê bûn. Di civînê de Qeymeqam Zengînce wiha axivî: “Derheqê kesên ku pirêze bişewitînin di çarçoveya rêzikên zagona bi hejmara 2872’yan 547 TL ceza were birîn û her wiha 5 salan wê Piştgirîya Çandînîyê nekare bistîne. Digel van biryaran lêpirsînên edlî wê werin destpêkirin.” Di civînê de hat destnîşankirin ku ev biryarên hatine danîn dê li hemû gund û xûtbeyan de werin ragihandin, gel bi vî awayî werin agahdarkirin.