Hakemên maça Amedspor-Karaman FKyê dîyar bûn.
Hakemên maça Amedspor-Karaman FKyê dîyar bûn.
Amedspor a ku di 2yemîn Lîga ya Koma Sor a TFFyê de ye û di rêza yekemîn a lîgê ye, wê sibê (18ê Cotmehê) saet di 15:00an de di Stadyûma Yenî Karaman de bi Karaman FK re bê hemberê hev.
Ji hakemên herêma Enqereyê Efe Tanrıverdi wê hakemîya maçê bike. Serdar Osman Akarsu, Harun Tekin û Onur Guneş ên ji herêma Enqereyê jî wê bibin alîkarên wî.
Yaşar Ulusoy wê di maçê de muşahîd, Necdet Yeşîldal û Şerafettîn Demîr jî wek nûner wê cîh bigirin. Ji alîyê din ve qedexeya temaşekirine maçê ya bajarên din ku 7 sale li ser alîgirên Amedsporê tê dayîn, di maça Karaman FK de jî hat sepandin.