Li Balafirgeha Amedê di navbera personelên ewlehîyê û welatîyan de pevçûn derket.
Bûyer danê sibê li Balafirgeha Amedê pêk hat.
Hat îdîakirin ku di navbera welatiyên ku xwestin xizmên xwe yên ji Umreyê vedigerîyan pêşwazî bikin û personelên ewlehîyê de ji ber sedemeke nedîyar pevçûn derket.
Pevçûn bi mudaxeleya polêsên balafirgehê bi dawî bû. Ew bûyer bi kamerayên telefonên welatîyan ve jî hat qeydkirin.