Serdozgerîya Komarê ya Stenbolê ragihand ku derbarê bûyerên Fransayê de li ser medya civakî di parvekirinên "provokasyon û manîpulasyonê" hatin kirin û derbarê wan de lêpirsîn hatîye dest pê kirin.
Serdozgerîya Komarê ya Stenbolê ragihand ku derbarê bûyerên Fransayê de li ser medya civakî di parvekirinên "provokasyon û manîpulasyonê" hatin kirin û derbarê wan de lêpirsîn hatîye dest pê kirin.
Di daxuyanîya ku ji teref Serdozgerîyê ve hat dayîn de wiha hat gotin, “Di çend rojên dawî de, li ser bûyerên Fransayê hinek kes dibêjin eger heye bûyerên wiha di nav penaberên li welatê me de jî çêbibin û di nav xelkê de kîn û dijminahîyê çêdikin, dixwazin hewayeke ji rastîyê dûr ava bikin û bi vê awayê aştîya civakî têk bibin.
Wê hesabê wan kesên ku van parvekirinên provakatîf dikin bên lêkolînkirin û bên destnîşankirin. Derbarê wan hesaban de bi awayekî fermî bi hevkarîya hêzên ewlekarîyê lêpirsîn hatîye destpêkirin.”