Midûrîyeta Çandinî û Daristanê ya bajarê Amedê, ragihand ku wê ji kesên pirêzeyan bişewtinîn re ji bo her serê donimekê wê cezayê pere lê were birrîn
Midûrîyeta Çandinî û Daristanê ya bajarê Amedê, ragihand ku wê ji kesên pirêzeyan bişewtinîn re ji bo her serê donimekê wê cezayê pere lê were birrîn
Di danezana ku ji teref Midûrîyeta Çandinî û Daristanê ya bajêr ve ji bo pêşîlêgirtina şewata pirêzeyan hatîye amadekirin de, tê dîyarkirin ku şewitandina pirêzeyan qedexe ye û ji bo her serê donimekê wê 244 lîre û 09 quruş cezayê îdarî li kesên dişewitîne were birrîn.
Li cihên niştecihbûnê, daristan an jî li zozanan ev ceza 5 qat zêdetir e. Di daxuyanîyê de hat ragihandin ku şewata pirêzeyan zirarê dide jîyana mirov û sewalan û wiha hat gotin, "Ji astengkirina şewitandina pirêzeyan xebatên me yên perwerdehîyê her sal tên birêkûpêk kirin û bê nav ber berdewam dike. Ji bo ragihandina şewata pirêzeyan divê li hejmarên navenda ragihandina lezgîn ya 112an bigerin.