Welatîyekî Amedê do bi şev di wextê paşîvê de, di siwareya xwe de rastê êrîşê hat û jîyana xwe ji dest da.
Welatîyekî Amedê do bi şev di wextê paşîvê de, di siwareya xwe de rastê êrîşê hat û jîyana xwe ji dest da.
Bûyer li ser Bulvara Necmettîn Erbakan a navçeya Kayapinar a Amedê, di wextê paşîvê de qewimî. Ekîbên ku hatin cihê bûyerê dîyar kirin ku welatîyê bi navê Mûslûm Candan ê 30 salî, ji serê xwe ve bi derba çekê birîndar bûye û jîyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Candan ji bo otopsîyê birin Sazîya Tiba Edlî. Sedema bûyerê nehat hînbûn û ji bo girtina êrîşkeran operasyon hat destpêkirin.