Li Amedê ji bo seferên wesayitên çûnûhatinê yên navbajêr, 3 lîre û nîv zem lê hat kirin.
Li Amedê ji bo seferên wesayitên çûnûhatinê yên navbajêr, 3 lîre û nîv zem lê hat kirin.
Odeya Ajokaran a Amedê ji Serokatîya Daîreya Veguhastinê ya Şaredarîya Bajarê Amedê zem taleb kiribû.
Şaredarîyê daxwaza zêdekirinê pejirand û heqê rêya mînîbusan ji 6 lîre û nîvan derket 10 lîre û yên xwendekaran jî wê derket 6 lîre. Zema ku hatîye kirin wê ji 3yê Tîrmehê û pê de têkeve rewacê.
Li gorî biryara hatîye dayîn terîfeyên nû wiha ne:
* Otobûsa gel: 8 TL
* Bileta tam a otobûsa gel a taybet: 10 TL
* Mînîbûs: 10 TL
* Xwendekar: 6 TL