Li Navçeya Rezan a Amedê bi şev şerê çekdarî derket.
Li Navçeya Rezan a Amedê bi şev şerê çekdarî derket. Bûyer duh bi şev li Taxa Şeyh Şamîl a navçeya Rezanê pêk hat. Hat îdîakirin ku 2 komên ku navên wan nehat hînbûn, li ber qehwexaneyê rastê hev hatin. Nîqaşa ku pêşî bi devkî dest pê kir, veguherî pevçûna çekan. Di pevçûnê de kesek birîndar bû. Hat dîyarkirin ku di dema şer de gule li kargeh û siwareyên derdorê ketin. Piştê li ser agahdarkirina welatîyan, ekîbên polîsan sewqê herêmê hatin kirin. Kesê birîndar rakirin nexweşxaneyê. Polîsan ji bo girtina gumanbaran, operasyon da destpêkirin.